Dêrezor-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ îro Înê, bi amadebûna hejmarek wezîr û berpirsan, sardana parêzgeha Dêrezorê kir.
Serok El-Şeri’ di çarçoveya serdanê de ligel hejmarek rîspî û kesayetên parêzgehê civîya, ku tê de encamên bilindbûna asta ava Çemê Firatê û rênimayên hatine wergirtin ji bo rûbirûbûna vê rewşê hatin gotûbêjkirin. Her weha hejmarek dosyayên xizmetguzarî, geşepêdan û jîyanî hatin nirxandin.
Her weha, wezîrên peywendîdar karên wezaretên xwe û planên xebatê û bersivdayînê di sektorên xizmetguzarî, binesazî û hawarçûnê de pêşkêş kirin, bi awayekî ku alîkarîya xurtkirina aramîyê û baştirkirina rewşa xizmetguzarîyê li parêzgehê bike.
Di şandeya wezîran a ku ligel Serok El-Şeri’ re bû; Sekreterê Giştî yê Serokatîya Komarê, wezîrên Rêveberîya Xwecihî û Jîngehê, Enerjî, Tenduristî, Karên Giştî û Niştecihkirinê, Çandinî û alîkarê wezîrê Aborî hebûn.






