Şam-SANA
Wezîrê Derve û Koçberan Es`ed Hesen El-Şeybanî îro Şemîyê di peyamekê de li ser hesabê xwe yê “X”ê ragihand: Bi amadebûn û piştevanîya zêdetirî çil dewletan ji seranserî cîhanê, Sûrîyê bi dengekî zelal û berpirsîyar li pêşberî Encumena Ewlehîyê ya Navneteweyî redkirina xwe ji bo binpêkirina serwerîya xwe û derbasbûna Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bo nav axa xwe dupat kir, û careke din pêdagirîya xwe bi yekîtîya welêt, serxwebûna biryara wî û parastina ewlehîya xaka xwe tekez kir.
El-Şeybanî axaftina xwe wiha berdewam kir: Em bersiva bilez a helwesta navneteweyî ya piştgir bo Sûrîyê di rûbirûbûna binpêkirinên berdewam ên Îsraîlê de bilind dinirxînin. Em vê hevdengîyê pîroz dikin, ku rêzgirtina serxwebûna dewletan dupat dike û yekparçeyîya xaka wan rêgezeke çespandî ye ji rêgezên sîstema navneteweyî.
Her wiha da zanîn ku Sûrîye dê li ser rêbaza xwe ya berpirsîyar berdewam be ku xwe dispêre bendên yasaya navneteweyî û peymana Neteweyên Yekbûyî, û dê di parastina mafên xwe yên niştimanî de bi hemû awayên sîyasî û dîplomatîk ên rewa bixebite.
Navborî li dawîyê destnîşan kir ku ewlehî, aramî û silametîya axa Sûrîyê berjewendîyeke hevbeş e hem ji bo Sûrîyan û hem ji bo civaka navneteweyî û gotina xwe wiha qedand: “Li ser vê bingehê, em dê xebatên xwe bidomînin da ku aramîyê biçespînin û rêzgirtina rêgezên yasaya navneteweyî xurtir bikin.”