Heleb û Hims-SANA
Du zarokên keç îro Înê ji ber du rûdanên xeniqînê yên cuda jîyana xwe ji dest dan; yek li bendava El-Mizeyne li gundewarê rojavayê Himsê, û ya din jî li gola Meydankê li gundewarê bakurê Helebê.
Parastina Sivîl a Sûrîyê dîyar kir ku tîmên wê li Rêveberîya Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan li Himsê agahîyek wergirtin ku çar zarok di dema lîstikê de ketine ava bendava El-Mizeyne. Xelkê herêmê û tîmên pispor karîn sê zarokan rizgar bikin, lê tîmên Parastina Sivîl termê keça çaremîn ji nav avê derxistin.
Li Helebê jî, tîmên Parastina Sivîl termê keçeke 13 salî derxistin, piştî ku li gola Meydankê ya li gundewarê Efrînê li bakurê parêzgehê xeniqî.