Şam-SANA
Parêzerê Giştî yê Şamê, Dadwer Husam Xetab, tekez kir ku biryarên darvekirinê yên ji hêla Dadgeha Çaremîn a Tawanan ve dermafê hejmareke kesayetên rejîma têkçûyî ku Beşar El-Esed, Mahir El-Esed û Atif Necîb di nav wan de ne, hatine standin, rawestgeheke berbiçav di dîroka dadwerîya Sûrîyê de ye û hemû garantî û rêkarên qanûnî bi cih anîne.
Xetab dîyar kir ku Dadwerîya Şamê pir baldar bû ku dadgehkirin li gorî astên herî bilind ên hûrbînîyê, bêlayenbûn û eşkerebûna rêkaran pêk bê, ligel peydakirina hewcedarîyên lojîstîk û dabînkirina amadebûna nûnerên rêxistinên mafnasî û yên mirovî, alavên ragihandinê û malbatên qurbanîyan, ji bo berdewamkirina bê ku astengî derkevin.
Parêzerê Giştî dîyar kir ku desteya dadgehê biryara xwe li ser bingeha sîstemeke belgeyên maddî û rastîyên cezakirinê yên belgekirî ku ji lêpirsîn û şahidîyên di dema dozê de hatine derxistin, daye. Her weha di sûcdarkirina tawanbarên revîyayî de xwe spartiye yasaya sizadanê ya Sûrî ya derbasdar, bi taybetî madeyên derbarê tawanên kuştina bi zanebûn, êşkence û girtina kotekî, ligel prensîbên yasaya navneteweyî ya cezayî yên têkildarî tawanên li dijî mirovahîyê û tawanên şer.
Xetab di dawîyê de destnîşan kir ku dadgehê biryar di dozê de li gorî berpirsîyarîya qanûnî ya her tawanbarekî û rola wî daye, û tekez kir ku ev biryar serbixwebûna dadweîya neteweyî nîşan dide û vegerandina mafan bo qurbanîyan cîbecî dike.