Şam-SANA
Berdevkê Tîma Serokatîyê ya ji bo cîbicîkirina Peymana 29ê Kanûna Paşîn ligel HSDyê û Cîgirê Parêzgarê Hesekê Ehmed El-Hîlalî, piştrast kir ku daxuyanîyên Mezlûm Ebdî derbarê temambûna proseya yekbûna leşkerî, ewlehî û kargerî ya “HSD”yê di nav sazîyên dewleta Sûrîyê de, pêşhateke girîng û erênî nîşan didin.
Her wiha ragihandineke zelal e ku ji qonaxa têgihîştinan derbasî qonaxa cîbicîkirina pratîkî ya tevlîbûna di nav sazîyên dewleta Sûrîyê de bûne.
El-Hîlalî di axaftinekê de ji bo kanala El-Ixbarîye ya Sûrîyê got: “Ev daxuyanî dê bi rêya yekkirina sazî û lêvegera kargerî û vegera sazîyên dewletê bo bikaranîna hemû desthilatên xwe veguherin gavên pratîkî li ser erdê, bi awayekî ku yekîtîya biryarê û serwerîya Sûrîyê misoger bike.
Her wiha ev arasteya ku îro hatiye ragihandin dawî li rewşa dubendîyê û qewareyên hevşêwe tîne û bingehekê ji bo dewlet, artêş û sazîyên yekgirtî ava dike.”
El-Hîlalî dîyar kir ku girtina vê dosyeyê bi yekcarî bi daxuyanîyan tenê pêk nayê, lê belê bi temamkirina cîbicîkirinê li ser erdê dibe. Wî da zanîn jî ku ew gavên ku berî vê hatine avêtin -her wekî rakirina sembol û alên partîyan ji sazî û qadên giştî- dupat dikin ku ev rêç ber bi vî alî ve diçe.
Navborî bal kişand ser wê yekê ku ev daxuyanî gaveke sîyasî ya pir girîng e, lê nayê wê wateyê ku hemû qonaxên cîbicîkirina kargerî, ewlehî û leşkerî di yek kêlîyê de bi dawî bûne. Her wiha xebat berdewam e ji bo temamkirina rêkarên tevlîkirinê da ku sazîyên dewletê bibin tekane lêveger.
Ji hêla xwe ve, endamê Tîma Serokatîyê Mistefa Ebdî yê ku ji bo cîbicîkirina Peymanê hatiye erkdarkirin, ji kanala El-Ixbarîye ya Sûrîyê re piştrast kir ku proseya tevlîkirina HSDyê ji alîyên leşkerî û sivîl ve û di bin kontrola dewletê de, pêk hat, lewra mirov dikare bibêje: Dosyeya HSDyê piştî pêkanîna pêngavên şênber ji destpêka şopandina peymanê ve, hate girtin.
Ebdî li dawîyê jî destnîşan kir ku proseya tevlîkirinê bi lihevkirineke tam di navbera her du alîyan de, bi nîyeta cîbicîkirina peymanê û derbaskirina astengîyan pêk hat. Her wisa rêveberî niha li gorî yasa û mekanîzmayên berkar di nav wezaretên dewletê de tên çalakkirin.