Dera-SANA
Îro Duşemê, di encama wergerîna otomobîleke çandinîyê de li ser rêya bajarokê Musêfirê li gundewarê rojhilatê Derayê, 11 karker bi birînên cuda cuda birîndar bûn.
Rêveberê Tenduristîya Derayê Dr. Zîyad El-Mehamîd ji nûçegihanê SANAyê re ragihand ku Nexweşxaneya Niştimanî ya Derayê 11 birîndarên vê rûdanê wergirtine. Her wisa dîyar jî kir ku birîn bi vî awayî dabeş bûne: Yek jê derbek di kiloxê serî de xwariye, diduyên din jî derbên laşî, di heman demê de birînên din di navbera navîn û sivik de bûn.
El-Mehamîd lê zêde kir ku kadroyên bijîşkî li Nexweşxaneya Niştimanî ya Derayê dest bi pêşkêşkirina lênihêrîna tenduristîyê ya pêwîst ji bo birîndaran kirine, û destnîşan kir ku heta niha tu agahîyên zêdetir derbarê sedemên rûdanê de nehatine wergiritin.