Idlib – SANA
Wezareta Rewşên Awarte li gundewarê rojavayê Idlibê gerên teknîkî bo 4 rojan pêk anîn, bi armanca nirxandina metirsîyên xwezayî û analîzkirina sedemên lehîyan ji bo xurtkirina ewlehîyê.
Tîman giranî da ser xebatên li ser aramîya girseyên zinaran ên ku xetereyê li ser herêmên niştecîbûnê yên Dergûşê çêdikin. Her wiha pîvanên jeoteknîkî û lêkolînên ax û gelîyan hatin kirin, da ku herfîna axê ya muhtemel were fêmkirin û çareserîyên endezyarî yên parastinê ji bo parastina niştecîhan û binesazîyê werin danîn.
Ev liv û tevger piştî zirar dîtina 20 kampan ji ber lehîyên meha Sibatê tên; bi armanca amadekirina analîz û pêşnîyarên teknîkî bi hevkarîya “Axa Xan” û kerta enerjîyê, da ku bingeheke daneyan ji bo kêmkirina karesatan were avakirin.


