Tertûs-SANA
Hêzên Ewlekarîya Hundirîn li parêzgeha Tertûsê karîn wî kesê ku tevlî operasyona dizîyeke çekdarî ya li ser şaxekî kompanya El-Heremê li bajarê Safîtayê li gundewarê Tertûsê bûbû, bigirin. Ev dizî bi hevkarîya kesekî din hatibû kirin ku hîn winda ye û nehatiye girtin.
Li gorî daxuyanîya Wezareta Hundir ku îro Çarşemê li ser kanala xwe ya Telegramê weşandîye, girtina kesê gumanbar piştî şopandineke hûr û lêkolînên berfireh hat, ku di encamê de nasnameya wî hat dîyarkirin û hat girtin.
Hêzên Ewlekarîya Hundirîn xebatên xwe ji bo şopandina kesê revîyayî didomînin da ku wî bigirin û radestî dadgeha peywendîdar bikin, di heman demê de kesê girtî ji bo temamkirina karûbarên yasayî radestî alîyên têkildar hat kirin.