Hesekê-SANA
Tîmên Berevanîya Sivîl li bajarê Serê Kanîyê yê gundewarê Hesekê, bi alîkarîya hejmarek şênîyên herêmê, şewateke ku di nav erdên çandinîyê yên dirûnkirî û gîya de derketibû û belavî rûberên berfireh bûbû, vemirandin.
Rêveberîya Ragihandinê ya Hesekê îro Şemîyê bi rêya kanala xwe ya Telegramê dîyar kir ku zirar tenê madî bûn, ji ber ku şewatê zirar gihand hejmarek alav û pêdivîyan, ku di nav wan de pempeke jêrav (xetaseke avê) û hejmarek panelên rojê hene.