Dêrezor-SANA
Îro Çarşemê, li parêzgeha Dêrezorê di encama avjenîya di çemê Firatê de, li her du gundên El-Xerîta û El-Zixêrê, sê zarokan xeniqîn. Di heman demê de zarokekî dî jî piştî ku ji bo avjenîyê daketibû nav çêm li gundê El-Kesreyê winda ye û hîn nehatiye dîtin.
Tîmên Berevanîya Sivîl a Sûrî di Rêveberîya Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan de ji bo lêgerîna li zarokê windabûyî berê xwe dan herêmê. Ev bûyer hevdemî bilindbûna asta ava çemê Firatê ya berî çend rojan bû, ku ev yek bû sedema zêdebûna metirsîya herikîna ava çêm.
Parastina Sivîl bang li welatîyan kir ku rê li ber zarokan bigirin û ji ber tundîya şepêlên avê di çêm de avjenîyê nekin. Her wiha, komîteya hawarçûnê li Dêrezorê daxwaz ji xelkê kir ku ji bo parastina silametîya xwe, çawa mabe, qet nêzîkî çêm nebin û li nêzîkî wî nelîzin.
