Reqe-SANA
Rêveberîya Bendava Kedîran a li Reqeyê, ragihand ku rêjeya herikîna avê di bendavê re bo nêzîkî 1500 m3/s hatiye kêmkirin. Ev gav di çarçoveya tedbîrên birêkûpêkkirina derbaskirina ava herikî de tê, piştî ku hatina avê ya ji alîyê Tirkîyê ve kêm bû û pêla lehîyê paş ket.
Rêveberê Bendava Kedîran îro Şemîyê, di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê dîyar kir ku ev kêmkirin hevdem e ligel daxistina rêjeya herikîna avê di Bendava Feratê re bi armanca birêvebirina hevseng a qebareya ava diherike.

Tê çaverêkirin ku ev rêkar di rojên pêş de gav bi gav bibe sedema nizmûna asta ava Çemê Feratê.
