Şam-SANA
Rêveberê Giştî yê Sindoqa Geşepêdanê ya Sûrî Sefwet Reslan tekez kir ku tu alî an kes, çi li hundirê Sûrîyê be yan li derveyî wê, ne desthilatdar e ku nûnertîya sindoqê bike yan li ser navê wê bexşînan kom bike. Reslan dîyar kir ku hinek gilî gihîştine wan derbarê hin kes û alîyên ku bi navê sindoqê daxwaza pereyan dikin li beramberî sozên birêvebirina karûbaran.
Sefwet Reslan îro Çarşemê di daxuyanîyekê de li ser platforma “X”ê eşkere kir ku sindoq li ser tu kesî yan tu alîyekî tu cureyên bexşîn an beşdarîyan ferz nake, û hemû beşdarîyên ku pêşkêşî sindoqê tên kirin bi temamî xwebexşî ne.
Navborî her wiha dîyar kir ku sindoq bi temamî pergala serederîyên ne-pereyî (elektronîk) bi kar tîne, lewra hemû veguhestin û beşdarî tenê bi rêya hesabên fermî yên ku li ser platformên fermî û belgekirî yên ser bi sindoqê ve tên ragihandin, têne kirin.