Şam – SANA
Cîgirê Serokê Sazîya Dergeh û Gumrikan Xalid El-Berad serdana Dergehê Sînorî yê El-Ye’rubîyê li ser sînorê Iraqê kir. Armanca seredanê şopandina karên nûjenkirinê û bilindkirina amadebaşîyê ye ji bo vekirina fermî ya dergeh.
Şandeyê li karên “Rêveberîya sazî û çaksazîyê” yên nûkirina cihên xizmetguzarîyê, qad, rêyên hundurîn, û salonên rêwî û gumrikê nêrî. Ev kar ji bo bilindkirina şîyana amûrên teknîkî û lojîstîkî tên kirin da ku hatûçûneke rêkûpêk û ewle were misogerkirin.
Sazîyê pêşbînî kir ku Dergehê El-Ye’rubîye di destpêka meha Gulanê de piştî bidawîbûna karên çaksazîyê were vekirin, da ku piştgirîya bazirganî û geştûguzarîyê bike. Sazîya Dergeh û Gumrikan nûjenkirina hemû navendên sînorî didomîne da ku asta xebata wan bilind bike.