Şam – SANA
Yekîtîya Rojnamevanên Sûrîyê bi tundî serdegirtina hêzên Dagirkerîya Îsraîlê ya bi ser mala endamê yekîtîyê Sened Ayid El-Hemed a li bajarokê Seyda Colana li gundewarê Quneytirayê û binçavkirina wî ji bo lêpirsîna zordar şermezar kir.
Yekîtîyê ev yek weke binpêkirineke eşkere ya peymanên navneteweyî, qanûna mirovahîyê û biryara Encumena Ewlehîya hejmar 2222 ya parastina rojnamevanan dît.
Yekîtîya Rojnamevanan dîyar kir ku desthilatdarên dagirkerîyê tevahîya berpirsîyarîya ku armanc jê tirsandina rojnamevanan û wendakirina rastîyê ye, hildigirin, û daxwaz ji rêxistên navneteweyî kir ku destwerdaneke lezgîn ji bo rawestana van binpêkirinan û darizandina berpirsan bikin.