Dêrezor-SANA
Tîmên teknîkî yên li Sazîya Avê ya Dêrezorê karên nûjenkirina beşên jikarketî yên li îstgeha mezin a Firatê ku ji ber lehîyê di bin avê de mabûn, didomînin, da ku wê bi tevahîya şîyana karkirinê vegerînin xizmetê, tevî ku niha jî dabînkirina ava vexwarinê berdewam dike.
Alîkarê rêveberê sazîyê Ehmed El-Elî di daxuyanîyekê de ji SANAyê re dîyar kir ku: Rêjeya zîyana beşên di bin avê de mayî ji ber bilindbûna asta avê di çêm de gihîştiye %30î, û karên çaksazîyê guhertina motor, û danîna motorên avî yên kişandina avê bi hevkarîya rêxistinên navneteweyî li xwe girtine.
Ev rênimayên xweparastinê ji bo parastina binesazîyê ji ber bilindbûna berbiçav a asta ava çemê Firatê ya vê dawîyê tên avêtin. Hêjayî gotinê ye ku ev îstgeh jêdera sereke ye li bajar û xizmetê dide nêzîkî 400 hezar kesî.



