Heleb-SANA
Êvara duh Înê, ji ber teqîneke ku li cihekî mîn û paşmayên şer lê hebûn li bajarê Etaribê li gundewarê Helebê yê rojava qewimî, 3 kes hatin kuştin (2 ji wan zarok bûn) û 8 sivîlên din jî birîndar bûn.
Parastina Sivîl a Sûrîyê di daxuyanîyekê de ragihand ku tîmên wan bersiv dane teqînê, agirê ku ji ber wê derketibû vemirandin û qurbanî derxistin. Her wiha hat dîyarkirin ku karên rizgarkirinê û lêgerîna li kesekî winda di bin kavilên xanîyê ku ji ber teqînê hilweşîya de berdewam in.
Nûçegihanê SANAyê li Helebê da zanîn ku tîmên endezyarîyê li herêmê belav bûne ji bo piştrastkirina paqijîya deverê ji her paşmayeke din.

