Idlib- SANA
Rêveberîya Bazirganîya Navxwe û Parastina Bikarberan a Parêzgeha Idlibê ragihand ku wê miqdara ardê ji bo firnan zêde kiriye û êdî roja înê jî dixebite da ku daxwaza zêda a li ser nan peyda bikin.
Dîya’ Alî, Rêveberê Bazirganîya Navxwe û Parastina Bikarberan a parêzgehê, ji SANAyê dîyar kir ku ev biryar hatiye ji ber hatina welatîyan ya zêda û qerebalixîya li ber firnan, û ji ber vê yekê hatiye biryardan miqdara ard li gorî pêwîstîya hin firnan bê zêdekirin, û dê paşê bi hemahengîya bi parêzgehê re bê ragihand
Elî her her wiha got, wan ferman daye hemû firneyan ku roja înê jî kar bikin, ji bo ku nan bêrawestan ji welatîyan re bê peydakirin.
Hêjayî gotinê ye ku, rêveberîyê di destpêka meha Kanûna Paşîn a vê salê de nirxekî nû ji bo nan dîyar kiribû. Li gorî wê, nirxê kîsek nanê spî yê sîyahî li her derî ku giranîya wê 1200 gram e û ji 10 nanan pêk tê, 2500 lîreyên Sûrî ye.