Quneytira-SANA
Êvara îro Şemîyê hêzeke Îsraîla dagîrker derbasî ser rêya El-Kesarat li nêzîkî bajarokê Cebata El-Xeşeb li gundewarê Quneytirayê yê bakur bû.
Nûçegihanê SANAyê li Quneytirayê dîyar kir ku hêza ku ji 5 wesayîtên leşkerî pêk dihat, xaleke kontrolê ya demkî li deverê danî û welatî teftîş kirin.
Îsraîl bi êrîşên li ser başûrê Sûrîyê û li ser welatîyan, bi rêya serdegirtinan, têkbirina zevîyan û avêtina topan, binpêkirina peymana veqetandinê ya sala 1974an, didomîne, di heman demê de Sûrîye van kiryaran şermezar dike, û bang li civaka navnetewî kir ku helwesteke tund nîşan bide da ku van êrîşan rawestîne.