Dera-SANA
Di encama teqînekê de li cihekî ku bermayîyên şer lê hebûn li parêzgeha Derayê, çavkanîyeke leşkerî ragihand ku 3 leşkerên Artêşa Sûrîyê şehîd bûn û hinekên din jî birîndar bûn.
Çavkanîyê di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê, îro Pêncşemê, dîyar kir ku teqîn li cihekî ku bermayîyên şer ên ji deverên cuda yên parêzgeha Derayê hatibûn pûçkirin û komkirin, pêk hat.
Çavkanîya leşkerî got: Di encama teqînê de 3 leşkerên Artêşa Sûrîyê şehîd bûn û hinekên dîtir jî birîndar bûn, her wiha zîyanên madî gihîştin wî cihî.

