Şam-SANA
Wezîrê Enerjîyê Mihemed El-Beşîr ragihand ku: “Piştî rawestana berdana avê ji stasyona Babîrî li gundewarê rojhilatê Helebê bo çend saetên li pey hev, em xelkê xwe li parêzgeha Helebê û gundewarê wê piştrast dikin ku berdana avê bo herêmê dîsa dest pê kir.”
Wezîrê Enerjîyê Mihemed El-Beşîr di parvekirinekê de li ser platforma Xê got: “Em pabendbûna wezaretê ya tevahî bi girtina hemû rêkarên pêwîst ji bo berdewamîya proseya berdana avê û nebirîna wê tekez dikin.”