Idlib – SANA
Rêveberîya Perwerdeyê li Idlibê fitarek û rêûresmeke xelatkirina 300 mamosteyên (jin û mêr) ku hafizên Qurana Pîroz in, li dar xist. Rêveberê Perwerdeyê, Omer Letûf, zelal kir ku ev destpêşxerî bi piştgirîya parêzgehê hatiye kirin wekî nirxandinekê ji bo serkeftina wan û rola wan di avakirina nifşan de.
Mamosteyên xelatkirî li Idlibê spas û pêzanîna xwe ji bo vê destpêşxerîyê dîyar kirin, ku peywendî û dîyalogê di navbera kadroyên perwerdeyê de xurt dike û piştgirîya hewldanên wan di ezberkirina Quranê de dike.
Ev çalakî di çarçoveya xebatên piştevanîya civakî ya Remezanê de li parêzgehên Sûrîyê tê, da ku nirxên dostanî û hezkirinê xurt bibin.




