Dera-SANA
Parêzgarê Derayê Enwer El-Zûbî û parêzgarê Quneytirayê Ehmed El-Dalatî, rawestandina dewama dibistanan li her du parêzgehan ji îro Yekşemê (8ê Adara 2026an) ve heta demeke nenas ragihandin. Ev biryar heta ku metirsîya niha bi dawî bibe û selamatîya xwendekar û kadroyên perwerdehîyê were misogerkirin hat girtin.
Biryara her du parêzgaran li ser bingeha sipartina Wezareta Perwerde û Hîndekarîyê ji parêzgaran re hat, da ku rewşê binirxînin û biryara kêrhatî derbarê dewama dibistanan de wergirin.