Siweyda-SANA
Komên deryasayî rê li ber xwendekaran girtin ku ji parêzgehê derkevin û ber bi navendên xwe yên ezmûnan ve herin, tevî hemû tedbîrên ku alîyên peywendîdar ji bo dabînkirina veguhastin û parastina xwendekarên bawernameya amadeyî (bakalorya) yên ji parêzgeha Siweydayê girtibûn.
Serokê şaxa Xizmetguzarîyên Bijîşkî li Siweydayê Dr. Xeldûn El-Siweydanî îro Şemîyê ji nûçegihanê SANAyê re tekez kir ku tîmên ambûlansê, kadroyên bijîşkî û navendên tenduristîyê ji demjimêrên berbanga sibehê ve li seranserî rêya Şam-Siweydayê di amadebaşîya tam de bûn.

El-Siweydanî dîyar kir ku xwendekaran nikarîbû bigihîjin navendên xwe yên ezmûnan piştî ku komikên deryasayî rê li ber derketina wan ji parêzgehê girtin, tevî wan hewl û pêngavên ku dewletê ji bo parastin û veguhastina wan dabîn wergirtibû.