Reqa-SANA
Di meha Nîsana borî de hejmara serlêderên Nexweşxaneya Zarokan a Pispor li bajarê Reqayê 13 hezar serlêder derbas kir. Ev hejmar du caran zêdetirî rêjeya mehane ya sala borî ye, li gorî daxuyanîya Rêveberê Tenduristîyê li parêzgehê Ebdullah El-Hemûd El-Xelef.
Rêveberê Tenduristîyê di daxuyanîyekê de ji bo peyamnêrê SANAyê dîyar kir ku ev zêdebûn di encama bilindbûna nexweşîyên henaseyê yên werzî de hat, her wiha ji ber zêdebûna fişarê li ser beşên nexweşxaneyê yên cuda, ji ber ku ew yekane nexweşxaneya giştî ya taybet bi zarokan e li parêzgehê.
El-Xelef sa zanîn ku şanda Tirkî ku vê dawîyê serdana parêzgehê kir û ji nêz ve li rewşa nexweşxaneyan nêrî, tekez kir ku ew dê piştgirîyê bidin hejmarekê ji wan, di nav de Nexweşxaneya Zarokan; ev yek dê di baştirkirina xizmetên bijîşkî yên ji bo zarokan û kêmkirina barê li ser kadroyên bijîşkî bibe alîkar.






