Heleb – SANA
Hejmara qurbanîyên hilweşîna avahîyeke niştecîbûnê li taxa Eşrefîyê li Helebê gihîşt 10 mirîyan (5 jin, 4 mêr û keçikeke piçûk). Di heman demê de, tîmên berevanîya sivîl lêgerîna li pey windabûyîyan (zarokek û xortek) di bin kavilan de berdewam dikin, ligel berdewamîya pêngavên valakirina avahîyên derdorê ji bo dabînkirina silametîyê.
Lîsteyên rizgarkirinê li Helebê bi serperiştîya parêzgar piştî bûyera hilweşînê ketin amadebaşîyê, di nava hişyarîyên pêşwext de derbarê avahîyên ku metirsîya hilweşînê li ser wan heye ji ber bordûmana rejîma berê, kevnbûna avahîyan û nebûna nûjenkirinê.




