Şam – SANA
Wezîrê Karên Giştî û Niştecihkirinê Mustefa Ebdulrezaq, ligel Parêzgarê Hesekê Nûredîn Îsa, mekanîzmayên pêşxistina hevkarîya hevbeş ji bo dabînkirina xizmetguzarîyên bingehîn û nûjenkirina binesazîyê, bi mebesta geşkirina rewşa parêzgehê, gotûbêj kirin.
Wezîr Ebdulrezaq di hevdîtina ku îro Çarşemê li avahîya wezaretê pêk hat de, girîngîya bilindkirina asta hevahengîya di navbera sazîyên wezaretê û alîyên peywendîdar de li Hesekê tekez kir, da ku rewşa binesazîyê baştir bibe û xizmetguzarîyên pêwîst ji bo xelkê werin dabînkirin. Her wiha wî bal kişand ser berdewamîya piştgirîya hikûmetê ji bo parastina aramîya xizmetguzarîyan û xurtkirina geşepêdana xwecihî li parêzgehê.

Ji alîyê xwe ve, Parêzgarê Hesekê hewcedarî û pêşîneya xizmetguzarîyên parêzgehê pêşkêş kirin û tekezî li ser girîngîya berdewamîya hevkarîya bi wezaretê re kir, ji bo cîbicîkirina wan projeyên ku rasterast bi jîyana rojane ya welatîyan ve girêdayî ne.
Ev civîn di çarçoveya hewldanên hikûmetê de tê ji bo baştirkirina xizmetguzarîyan û piştgirîkirina hewlên başbûnê li parêzgeha Hesekê, piştî lihevkirina ligel “HSDê” û tevlîkirina sazîyan di nav dewleta Sûrîyê de.