Rêveberîya Çavkanîyên Avê li Reqayê ragihand ku di nava 24 saetan de asta ava çemê Feratê nêzîkî 60 cm daketiye. Ev kêmbûn piştî girtina dergehê çaremîn ê rêça rijandina ava bendava Feratê û kêmkirina tibaba ava ku ji bendava Kedîranê tê berdan heta bi qasî 1,500 metrekup di çirkeyekê de tê.
Rêveberê Çavkanîyên Avê Ehmed El-Ecacî tekez kir ku şopandina meydanî û kontrolkirina astên avê di beşên cuda de bi hevrêzîya ligel alîyên peywendîdar berdewam dike.

Her wiha tîmên Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan karên xwe yên bersivdana meydanî li Reqa û Dêrezorê di çarçoveya odeyeke operasyonên awarte ya hevbeş de didomînin, bi armanca kêmkirina zirarên heyî, misogerkirina silametîya sivîlan û berdewamîya karê sazîyên jîyanî.
