Hema – SANA
Wezîrê Enerjîyê Mihemed El-Beşîr projeya stasyona Zîzûnê li Hemayê bi şîyana 1000 megawatî da destpêkirin, ev proje di çarçoveya peymanekê de ligel kompanya UCC ji bo hilberîna 5000 megawatî bi giştî li Sûrîyê pêk tê.
El-Beşîr dîyar kir ku cîbicîkirina stasyona Zîzûnê piştî xebateke dijwar ji bo veguhastina peymanan bo rastîyê pêk hat, navborî tekez kir ku sektora enerjîyê ji qonaxa plansazîyê derbasî qonaxa jinûveavakiririnê bûye da ku hilberînê xurt bike û jîyana welatîyan baştir bike.
Peymana ligel kompanya UCC, avakirina çar stasyonan li seranserê cografîya Sûrîyê bi şîyana 4000 megawatî li xwe digire, ligel projeyên enerjîya rojê bi şîyana 1000 megawatî ku li ser çar cihan li Sûrîyê hatine dabeşkirin.