Gundewarê Şamê-SANA
Xwebexşên Heyva Sor a Erebî ya Sûrî di bersivdana mirovî ya lezgîn li dergehê sînorî yê Cideydet Yabûs de berdewam e, da ku piştgirîyê bidin malbatên ku ji ber geşedanên leşkerî yên dawî ji Libnanê vedigerin Sûrîyê.
Rêveberê projeyê Ramî El-Dekencî dîyar kir ku alîkarî belavkirina xwarinê û pêdivîyên hawarçûnê sertaserê 24 saetan, bi taybetî ji bo zarok û kal û pîran, li xwe digire.

Ji alîyê lojîstîk ve, bi hevrêzkarîya bi sazîyên peywendîdar û rêxistinên navneteweyî re, otobûs ji bo veguhastina malbatan ber bi Şamê ve hatin peydakirin. Her wiha ji alîyê qanûnî ve, tîmeke pispor şêwirmendîyan pêşkêş dike û rewşa kesên ku bê kaxezên fermî hatine sererast dike.