Şam-SANA
Parêzgeha Şamê berdewam e di dana berdêlên kirêya ji bo welatîyên xudanheq li Marota City bi rêjeya 35 caran zêdetir ji berê. Ev yek di çarçoveya planekê de ye ku 3000 kesên xudanheq ji devera Marota City li xwe digire.
Parêzgehê îro Sêşemê di kanala xwe ya Telegramê de zelal kir ku heta niha dirav ji bo nêzîkî 1600 navên xudanheq ên herêmê hatiye dayîn. Destnîşan jî kir ku parêzgeh hîn jî di cîbicîkirina bendên daxuyanîyê de berdewam e ji bo çareserkirina pirsgirêka bi dehan salan a bi hezarên malbatên ku di serdema rejîma berê de rastî zilmê hatibûn.
Di 21ê vê Gulanê de, parêzgeha Şamê dest bi xerckirina koma çarem a berdêlên kirê ji bo kesên xudanheq ên şênîyên devera “Marota City” kir. Ev yek jî di çarçoveya cîbicîkirina plana parêzgehê ya têkildarî qerebûkirina rûniştina alternatîf di nav projeya birêkxistina herêmê de tê.