Heseke-SANA
Rêveberîya Kar û Karûbarên Civakî li parêzgeha Hesekê, bi hevkarîya alîyên hikûmî û rêxistinên mirovî yên navdewletî, hewldanên xwe zêde kirin ji bo dabînkirina derketina kesên ku di kampa Erîşe ya koçberan de mane, bi armanca valakirin û girtina wê bi temamî.
Rêveberê Kar û Karûbarên Civakî li Hesekê Îbrahîm Xelef di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê îro Şemîyê dîyar kir ku hejmara niştecihên kampê her ku diçe kêm dibe. Xelef bal kişand ser wê yekê ku bi kêmkirina asta piştgirî û xizmetguzarîyên ku ji alîyê hin rêxistinên navdewletî û sazîyên herêmî ve dihatin pêşkêşkirin, daxwaza kesên mane ji bo derketina ji kampê zêde bûye.
Navhatî eşkere kir ku berîya du hefteyan 93 malbat ji kampê derketine, û vêga tenê 20 malbat lê mane. Ji bo vegera wan a xwebexşî di demeke nêzîk de amadekarî tên kirin eger mercên wan guncan bin, û piştî wê dê kampa El-Erîşeyê wekî kampake vala were ragihandin da ku bi temamî were girtin.