Dêrezor-SANA
Komîteya rewşên awarte li parêzgeha Dêrezorê îro Çarşemê, rawestandina karê kelekên avê bi temamî, ji ber rabûna ava çemê Firatê ragihand.
Komîteyê di daxuyanîyekê de ku kanala parêzgeha Dêrezorê li ser Telegramê belav kiriye, ji şênîyan daxwaz kir ku berê xwe bidin pira El-Eşareyê û pira Bûkemalê ji bo çûnûhatina di navbera her du berên çemê Firatê de, ji bo parastina silametîya giştî.
Komîteyê di daxuyanîya xwe de bal kişand ser wê yekê ku kesên binpêkirinê bikin dê li gorî sîstemên berkar rûbirûyî lêpirsîna qanûnî bibin.
Komîteya rewşên awarte li parêzgehê îro di demeke zûtir de bang li şênîyan kir ku qet nêzîkî çemê Firatê nebin û çawa mabe jî melevanîyê nekin neçin ber beravên çem. Her wiha çavdêrîya zarokan bikin û rê li ber wan bigirin ku li nêzî çem bilîzin, ji ber ku asta ava çem rojên çûyî bilindbûneke berbiçav dîtiye.