Reqa-SANA
Rêveberê Giştî yê Sazîya Giştî ya Bendava Firatê Heysem Bekûr tekez kir ku rewşa avê li ser herikîna çemê Firatê niha di rewşeke aram de ye. Wî destnîşan kir ku rêjeya derbasbûna avê ji bendava Kedîranê nêzîkî 1800 metrekub di çirkeyekê de ye.
Bekûr di daxuyanîyekê de ji bo nûçegihanê SANAyê îro Pêncşemê dîyar kir ku nîşaneyên niha tu guhertinên çaverêkirî di asta rijandinê yan bilindbûna asta avê de heta roja Yekşema bê nîşan nadin. Her wiha bal kişand ser berdewamîya şopandina teknîkî û çavdêrîya domdar a astên avê li seranserî herikîna çêm.
Navborî da zanîn ku kadroyên sazîyê bi hevahengîya alîyên peywendîdar û tîmên rewşên awarte karê xwe berdewam dikin, tevî parastina amadehîya teknîkî ji bo rûbirûbûna her geşedaneke pêşbînîkirî.
