Reqa-SANA
Rêveberîya Rewşa Awarte û Birêvebirina Karesatan li parêzgeha Reqayê, di demsala çinînê ya sala 2026an de planeke kar a tekûz bi cih anî, ji bo parastina erdên çandinîyê û kêmkirina şewata berheman.
Ev plan xweparastin, bersivdana bilez û hevahengîya ligel alîyên peywendîdar, ligel rêkarên piştî şewatê ji bo nirxandina encaman û pêşxistina planên kar li xwe girtin.
Fermandarê Operasyonên Rewşa Awarte Ebdilcewad Ebdilkerîm di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê dîyar kir ku rêveberîyê xalên agirkujîyê ligel kadro û amûran li cihên stratejîk di nav zevîyên çandinîyê de danîne. Her wiha kampanyên hişyarkirinê ji bo cotkaran derbarê metirsîyên şewatê û rêyên xweparastinê bi rêk xistine.
Li alîyê din jî, amadeyîya korîdorên di navbera zevîyan de ji bo hêsankirina gihîştina tîmên agirkujîyê, ligel çavdêrîkirina mercên keşûhewayê ji bo wergirtina rêkarên guncav di demên bilindbûna germê û bayî de şopandine.
El-Ebdilkerîm li dawîyê jî bal kişand ser wê yekê ku 112 tîmên agirkujîyê yên ku bi 28 otomobîlên agirkujîyê hatine piştgirîkirin hatine belavkirin. Peyman jî ligel 138 endamên sivîl ji bo alîkarîyê hatine girêdan û 46 tankerên avê û 46 traktorên çandinîyê tevî makîneyên cotkirinê ji bo dorpêçkirina agir û rêgirtina li belavbûna wî, hatine amadekirin. Bi vî rengî, navînîya dema bersivdana ji bo agahdarîyan di navbera 7 û 8 deqeyan de bû.