Reqa-SANA
Di encama teqîna mîneke bermahîyên şer de, îro serê sibehî roja Çarşemê, li gundê Fatise El-Şirkirak ê ser bi devera Eyn Îsayê ve li gundewarê bakurê Reqayê, sê zarokan (Henan 5 salî, Cebel 7 salî, Miş’el 8 salî) jîyana xwe ji dest da û bavê wan Xalid Elî Remezan û du zarokên wî yên din (Mûaz 7 salî, Berekat 4 salî) bi awayên cuda birîndar bûn.
Di daxuyanîyekê de ji bo nûçegihanê SANAyê, mamê zarokan Mistefa Elî Remezan li Reqayê zelal kir ku teqîn nêzîkî saet dehê sibehê rû da, dema ku malbatê bi otomobîla xwe li derdora gundê ku berê hatibû berdan ji ber ketina wî li ser xetên enîyên şer, li pezên winda digerîyan.
Pizîşkê dadî Dr. Ebdullah Ebû Şu’eyb jî dîyar kir ku bav (50 salî) ji ber birînên xwe yên giran ketiye bin çavdêrîya dijwar, di heman demê de her du zarokên birîndar di nexweşxaneyê de derman dibin û rewşa wan aram e.
Mîn û bermahîyên şer li rûberên berfireh li Sûrîyê belav dibin, di nav de parêzgeha Reqa, Eyn Îsa û gundên wê yên li ser rêya navdewletî ya M4ê. Ev yek gefê li jîyana sivîlan dixwe û astengîyê li pêşîya vegera wan bo çalakîyên asayî çêdike. Tîmên her du wezaretên Berevanî û Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan, bi hevkarîya alîyên xwecihî, operasyonên lêgerîn, rakirin û hişyarkirinê ji bo parastina şênîyan didomînin.
