Hims-SANA
Rêveberîya Ewlekarîya Hundirîn li devera Qisêr a gundewarê Himsê, karîye komeke tawankar a rêxistî bigire. Vê komê xwe wekî endamên Ewlekarîya Hundirîn dida naskirin û li ser sînorê Sûrîye û Libnanê operasyonên talankirina di bin gefa çekan de pêk dianîn.
Wezareta Hundirîn di daxuyanîyekê de ku kopîyek jê gihîşt SANAyê, dîyar kir ku Rêveberîya Ewlekarîya Hundirîn li devera navborî operasyoneke ewlekarîyê ya mukum û serkeftî pêk anîye, di encamê de ew koma twankar bi temamî hate jiberhevxistin û tevaya endamên wê ku 5 kes bûn hatin girtin. Her wiha dest hate danîn ser çekên cûrbecûr, cebilxane, motorsîkletek û tibabeke maddeyên hişbir ku li cem wan hatin dîtin.
Wezaretê destnîşan kir ku kesên hatine girtin radestî dadgeha peywendîdar hatine kirin da ku li gorî rêbazên qanûnî cezayên pêwîst li dijî wan werin girtin








