Heseke-SANA
Rêveberê Çavkanîyên Avê li Parêzgeha Hesekê Ebdilezîz Emîn, hebûna her metirsîyekê li ser Bendava Başûr li gundewarê parêzgehê red kir, piştî ku dawerîneke avê li nêzî stasyona pompkirinê ya hejmar 13an çêbû.
Emîn di daxuyanîyekê de ji bo peyamnêrê SANAyê îro Sêşemê anî ziman ku dawerîna avê ji ber wan zirarên ku di salên borî de gihîştine bedena bendavê, dergeh û stasyonên pompkirinê ye. Ev yek bûye sedema dawerîna hinek tibabên avê hevdem ligel bilindbûna asta depokirina di bendavê de.
Navhatî piştrast kir ku rewşa bendavê niha aram e û tu nîşanên kêmasîyeke ku ewlehîya wê bixe metirsîyê nînin. Wî eşkere kir ku kar ji bo çareserkirina dawerîna avê û girtina dergeha zîyandîtî berdewam dike.