Gundewarê Şamê – SANA
Hêzên Ewlehîya Navxweyî li parêzgeha Gundewarê Şamê, bi berfirehî li bajarokê Cdeydet Ertûzê belav bûne, piştî pevçûneke komî ya xwecihî ya ku roja Pêncşema borî rû dabû, û duh înê careke din dest pê kiribû. Pevçûn bi destwerdana hêzên Ewlehîya Navxweyî bi dawî bû.
Parêzgeha Gundewarê Şamê da zanîn ku ev belavbûn bi mebesta peydakirina ewlehî û aramîyê û parastina niştecî û malûmukan e, di demekê de ku alîyên pêwendîdar berdewam in di bicîanîna rêkarên pêwîst de ji bo kontrolkirina rewşa herêmê.
Her wiha banga li niştecîyan kir ku pabendî qanûnê bibin û serî li sazîyên fermî bidin, û ligel hêzên Ewlehîya Navxweyî hevkar bin bi awayekî ku beşdarîyê di parastina ewlehî, aramî û sîstema giştî de bike.

