Heseke-SANA
Îro Duşemê, nêzîkî 400 malbatên xelkê Efrînê ku li parêzgeha Hesekê diman, vegerîyan malên xwe li gundewarê Helebê. Ev yek di çarçoveya hewldanên hikûmetê de tê ji bo vegerandina hemû malbatên koçber bo deverên wan ên resen.
Otobûsên ku malbat tê de bûn, ji çerxerêya Panoramayê li dergehê başûr ê bajarê Hesekê bi rê ketin, di nav tedbîrên ewlehî û rêxistinî de ji bo misogerkirina gihîştina xelkê bi silametî bo deverên wan. Ev yek bi amadebûna şanda serokatîyê ku berpirsa şopandina cîbicîkirina peymana 29ê Kanûna Duyem ligel HSDê ye, pêk hat.
Berdevkê şanda serokatîyê ya berpirsa şopandina cîbicîkirina peymanê Ehmed El-Hîlal dîyar kir ku di bin çavdêrîya hikûmetê de û bi hevahengîya ligel parêzgehên pêwendîdar, 50 otobûs ji bo veguhastina xelkê hatine dabînkirin, ligel amadebaşîya hêzên ewlehîya hundirîn ji bo parastina rê heta gihîştina malbatan bo deverên wan bi silametî.
Ji alîyê xwe ve, Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed tekez kir ku vegera xelkê Efrînê bo bajarê wan kêlîyeke şahîyê ye ku piştî salên koçberîyê demeke dirêj bendewarîya wê dihat kirin.


