Dera – SANA
Di nav amadebûneke gelêrî û fermî de, parêzgeha Derayê îro Înê şehîdên Artêşa Erebî ya Sûrîyê, yên ku duh di encama teqînekê de li şûneke ku bermahîyên şer lê bûn şehîd ketibûn, bi rê kirin.
Li pêşîya nexweşxaneya Senemênê ya li gundewarê Derayê yê bakur merasîmên bi rêkirina şehîdan hatin lidarxistin, ev yek bi amadebûna kesûkarên wan û hejmarek ji fermandarên Artêşa Erebî ya Sûrîyê, ligel rêveberê devera Senemênê û fermandarê Ewlehîya Hundirîn a li wê derê pêk hat.
Jêdereke leşkerî ji SANAyê re ragihand ku teqînek di şûneke bermahîyên şer ên pûçkirî de li parêzgeha Derayê rû da, ku bû sedema şehîdbûna 5 leşkeran û birîndarbûna hinekên din, ligel çêbûna zîyanên maيdî.






