Dera-SANA
Duh Înê, sê ciwanan jîyana xwe ji dest da û jinek bi giranî birîndar bû, ji ber bûyereke trafîkê ya ku ji encama lihevketina du motorsîkletan li ser rêya Dail – Xirbet Xezalê li gundewarê Derayê qewimî.
Rêveberê Nexweşxaneya Niştimanî ya Tefesê Nizar El-Rebdawî di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê dîyar kir ku beşa hewarçûnê çar rewşên ji encama bûyerê wergirtine, ku sê ji wan mirî bûn. Her weha jinek ji parêzgeha Hesekê ku li Derayê dimîne, bi birînên demarî û şikestinên curbicur birîndar bûye.

El-Rebdawî her wiha got ku jina birîndar ji bo dermankirinê veguhastine Nexweşxaneya Niştimanî ya Derayê, û termên qurbanîyan jî bi fermî radestî malbatên wan hatin kirin.