Quneytira-SANA
Hêzeke Îsraîla dagîrker îro piştî nîvro derbasî Tel El-Ehmer ê rojhilatî li gundewarê Quneytirayê yê başûr bû.
Nûçegihanê SANAyê dîyar kir ku du buldozerên ser bi hêzên dagîrkerîyê ve dest bi avakirina sengeran û bilindkirina bendên axê li serê gir kirin, berî ku bi 7 tirimbêlên leşkerî werin bihêzkirin, û berî wê jî anîna odeyên hazir bo vî cihî.
Îsraîl bi êrîşên li ser başûrê Sûrîyê û li ser welatîyan, bi rêya serdegirtinan û têkbirina zevîyan, binpêkirina peymana veqetandinê ya sala 1974an, didomîne.