Gundewarê Şamê-SANA
Karên dirûna genim li deverên cuda cuda yên parêzgeha Gundewarê Şamê ji çend rojan ve berdewam in, ku li gorî pêşbînîyan, saleke bi xêr û bêr xuya dike, tevî derengketina dirûnê ji ber şert û mercên keşûhewayê yên ku herêmê di dema borî de dîtine.
Rêveberê Çandinîyê yê Şam û Gundewarê wê, Zeyd Ebû Esaf, duh Sêşemê di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê piştî gera xwe ya li zevîyên genim li devera Dêrxebîyê, dîyar kir ku rûberê ku heta niha li parêzgehê hatiye dirûn ji 1450 hektaran derbas bûye, ku bi tevahî 9200 hektar bi genim hatine çandin û 7550 hektar jê avdayî ne.
Navborî bal kişand ser wê yekê ku Rêveberîya Çandinîyê gelek gerên meydanî pêk tîne ji bo şopandina birêveçûna karên dirûnê û agahdarîya li ser ketwarê demsala çandinîyê ya îsal.










