Heseke-Heleb-SANA
Berdevkê Komîteya Bilind a Hilbijartinên Encumena Gel a Sûrîyê Newar Necme ragihand ku derbarê pêvajoya hilbijartinê li herêmên Hesekê û Qamişlo li parêzgeha Hesekê, û Kobanê (Eyn el-Ereb) li parêzgeha Helebê, tu îtiraz nehatine pêşkêşkirin heta dawîya dema kar a fermî ya îro Duşemê 25.05.2026an.
Necme di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê dîyar kir ku encamên destpêkê yên ku duh derketine, wekî encamên dawî têne hesibandin, ji ber ku tu îtîraz derbarê pêvajoya hilbijartinê nehatine wergirtin. Komîteyê duh Yekşemê navên serkeftîyên endamtîya Encumenê ji bo devera Kobanê li parêzgeha Helebê, û her du deverên Hesekê û Qamişlo li parêzgeha Hesekê ragihandibûn, piştî pêvajoya dengdanê ya ku sibeha wê rojê ji bo hilbijartina endamên Encumena Gel hatibû lidarxistin.
Komîteya Bilind a Hilbijartinên Encumena Gel duh Yekşemê ragihandibû ku derîyê îtîrazan li ser pêvajoya hilbijartinê (hejmartina dengan û pêvajoya dengdanê) dê heta dawîya dema kar a fermî ya roja Duşemê 25.05.2026an vekirî be.