Reqa-Dêrezor-SANA
Cotkar û çandinîkarên li parêzgehên Reqa û Dêrezorê, ji bo nîşandana nerazîbûna xwe li dijî biryara Wezareta Aborî û Pîşesazîyê ya ku nirxê kirîna toneke genimê hişk ê pileya yekem ji bo werza 2026an wekî 46,000 lîreyên Sûrî destnîşan kirîye, çalakîyên nerazîbûnê li dar xistin. Cotkaran daxwaz kirin ku careke din vê biryarê di bin çavan re derbas bikin daku nirxê genim li gorî lêçûnên çandinî û berhemhênanê were danîn.
Kesên ev çalakî li dar xistibûn, tekez kirin ku bilindbûna nirxê sotemenî, semad, tov, xercên veguhastinê û avdanîyê, barê giran ê ser milê cotkaran zêdetir dike û metirsîyê li ser berdewamîya proseya çandinîyê çêdike.
Li Dêrezorê jî, civînek di navbera nêzî 100 cotkar û berpirsên parêzgehê de hat lidarxistin, daku daxwazên wan nîqaş bikin û gilî û gazincên wan ji wezaretên pêwendîdar re veguhêzin.
Genim wekî yek ji girîngtirîn berhemên stratejîk li Sûrîyê tê dîtin û çavkanîyeke bingehîn e ji bo piştgirîkirina ewlehîya xwarinê û aramîya gundewaran.