Siwêda – SANA
Parêzgarê Siwêdayê Mustefa El-Bekûr, roja yekşemê ligel şandeyekê ji Komîserîya Bilind a Penaberan (UNHCR) rêyên xurtkirina rewşa alîkarîyê li parêzgehê gotûbêj kir, ev yek di dema hevdîtina wî ya ligel rêveber û koordînatorê komîserîyê li herêma başûr de pêk hat.
Parêzgeha Siwêdayê ji bo yekkirina hewldanên alîkarîyê û baştirkirina bersivdayîna ji bo malbatên zirar dîtine û yên mêvandar, civînek li dar xist. Hevdîtinê giranî da ser nûkirina mekanîzmayên dabeşkirinê û dîyarkirina pêşîneyên meydanî ji bo misogerkirina gihîştina alîkarîyê bi awayekî bibandor.
Hêjayî gotinê ye ku parêzgar Bekûr di pêncê Sibata borî de jî, ligel nûnerên komîserîyê mekanîzmayên cîbicîkirina projeyên geşepêdanê yên bingehîn li bajarokê El-Mezre’e û hejmarek gundên parêzgehê gotûbêj kiribû.




