Heseke-SANA
Rêveberê Rêveberîya Ewqafê li Parêzgeha Hesekê Mihemed El-Huseyn ragihand ku rêveberîyê di çar mehên borî de karên xwe yên rêxistinî û kargerî li deverên cuda cuda yên parêzgehê temam kirine. Ev yek piştî gerên meydanî û xebata komîteyên taybetmend pêk hat ku bi tomarkirina hemû mizgeftan û xebatkarên wan û pesendkirina fermî ya daneyên wan bi dawî bû.
El-Huseyn di daxuyanîyekê de ji bo Rêveberîya Ragihandina Hesekê ku îro Pêncşemê hate weşandin, da zanîn ku Ewqafê dest bi dayîna mûçeyên mehane yên xebatkarên mizgeftan kiriye.
Rêveberê Rêveberîya Ewqafê li Parêzgeha Hesekê Mihemed El-Huseyn destnîşan kir ku dê di demeke nêzîk de mûçeyên wan ji sedî 50 werin zêdekirin, ev jî di çarçoveya plana Wezareta Ewqafê de ye ku armanc dike piştevanîya pêşnimêj, gotarxwîn, bangbêj û hemû karmendên malên Xwedê de bike.
Navborî li dawîya axaftina jî bal kişand ser wê yekê ku bilindkirina asta karê olî û xizmeta mizgeftan ji bo rêveberîyê pêşketinek e û dîyar kir ku di qonaxa bê de dê hejmarek proje û programên nû werin destpêkirin û yek bi yek werin ragihandin.