Heleb-SANA
Şaxê Lêkolîna Tawanan li bajarê Helebê, toreke ku ji 10 kesan pêk tê girt, her weha serokê wê yê bi navê (M. N.) hat binçavkirin, piştî hat dîyarkirin ku wan tawanên dizîya motorsîkletan, şikandina camên otomobîlan û dizîya tiştên di hundirê wan de pêk anîne.
Hêzên Ewlekarîya Navxwe, bi rêya kenala xwe ya Telegramê, îro Çarşemê, dîyar kir ku endamên torê di lêpirsînên pêşîn de li xwe mukur hatine ku wan dizîya zêdetirî 20 motorsîkletan kiriye, ligel pêkanîna çend operasyonên dizîyê ku tê de kelûpelên di otomobîlên welatîyan de dizîne, û bal kişand ser wê yekê ku kesên hatine girtin, ji bo bicîanîna rêkarên yasayî yên pêwîst dermafê wan de, radestî dadgeha peywendîdar hatine kirin.