Heseke-SANA
Şaxê Sazîya Sûrîyê ya Dexlûdan li parêzgeha Hesekê ragihand ku niha kar li ser amadekirina sîloyên betonî li bajarokê Sebah El-Xeyr li gundewarê başûrê parêzgehê berdewam dike, da ku berhema genim a werzê îsal wergirin.
Rêveberê Cîbicîkar ê sîloyên betonî endazyar Omer El-Hemîd îro Çarşemê ji nûçegihanê SANAyê re dîyar kir ku karên nûjenkirina sîloyan xurtkirina tabloyên hêzê yên jêr û jor, amadekirina torên elektrîkê yên motorên rakirinê û motorên derkirina tozê, û sazkirina tabloyên elektrîkê yên taybet bi pergalên kontrolê li xwe girtine.
El-Hemîd amaje bi wê yekê kir ku karên sazkirina amûrên ronahîyê yên hundir û derve qedîyane, û tê çaverêkirin ku di nav 15 rojên bê de hemû amadekarî bi dawî bibin, da ku amadebûna sîloyan ji bo karkirina bi karîgerî û ewlehîyê were misogerkirin.

