Hesekê-SANA
Baranên zêde yên ku parêzgeha Hesekê di vê demsalê de dîtin, bûn sedema peydabûna gelek berhemên çandinîyê di her du beşên riwekî û ajelî de. Vê yekê bi awayekî erênî li ser rewşa bazaran reng veda, berevajî salên borî ku ji ber pêlên hişkesalîyê ev berhem kêm bûbûn.
Meha Nîsanê, bi taybetî bi barîna zêde ya baranê re, wekî demsala taybet a penîr tê hesibandin, ku tê de rêjeya penîrê li bazaran bi awayekî berbiçav zêde dibe. Welatî vê demê bi kar tînin da ku xwarina xwe ya penîr ji bo zivistana bê kom bikin û hilgirin.
Herêma Çîyayê Evdilezîzê yek ji wan herêmên herî girîng e ku penîr jê tê bazara bajarê Hesekê. Her wiha gundewarê Dêrikê li bakurê herî dûrê parêzgehê, wekî navendeke sereke ya hilberandina penîr li parêzgehê tê naskirin ku penîrê wê bi kalîteya xwe ya bilind navdar e.
Derbarê berhemên riwekî de, “Domelan” di rêza pêşî de tê. Hebûna domelan nîşaneke zelal e ji bo demsaleke bi bereket ku encama baranên birûskî yên li parêzgehê ne, berevajî salên berê ku hişkesalî serdest bû.